Min ev ji bo kurtkirina demê nivîsî. Bi şûn de li ser wê havîna Nordlandê dema ku min pirrî caran saet dijimartin, hizirîn kêfa min tîne, lê dîsa jî wext difiriya.Giş guherî; roj êdî naxwazin derbas bibin.
Hîn jî lehzeyên min ên şa hene;lê dem, ew bêtevger e û ez tênagehim ka ew çawa dikare wisa bê tevger bimîne.Min karê leşkeriyê berdaye û fena prensekî azad im, her tişt di cih de ye, ez mirovan dibînim, bi erebeyên hespan rêwîtiyê dikim;carinan ez çavekî xwe digirim û bi tiliya nîşandanê li ser esmên dinivîsim;...
PAN, Knut HAMSON
Apec Förlag,1998,Stockholm,page135