Psst...

Do you want to get language learning tips and resources every week or two? Join our mailing list to receive new ways to improve your language learning in your inbox!

Join the list

Kurdish Audio Request

istanbulgibbs
339 Words / 0 Recordings / 0 Comments
Note to recorder:

Once at a slower speed, once at a natural speed please.

Heciyê Cindî di sala 1908'a li gundê Emançayîra girêdayî Dîxora Qersê, li Bakurê Kurdistanê ji malbateke êzîdî jidayîkbûye. Zarokatiya wî li gund derbasbûye. Lê di salên 1918'a de, ji ber komkujî û êrîşên leşkerên tirkan, ew direvin derbasî aliyê Sovyetê dibin. Li wir Hecî bê xwedî dimîne, lewra jî dikeve Sêwîxaneyê û di wir de jiyana xwe destpêdike. Her wiha jî di sêwîxaneyê de bi sedan zarokên Kurd yên bê xwedî hebûn, di sêwîxanê de perwerdeyên sereke û yên navîn dibînin. Heya sala 1929'a, ew derbasî qursa amadekirina mamostayetiyê dibe. Di sala 1930'a de, dikeve Fakulteya Êrîvanê ya Fîlologiyê. Wisa jî dibe xwendevanê Kurd yê yekemîn ku li Ermenîstanê di fakultê de tê qebulkirin. Di sala 1932'a de, dest bi berhevkirina meteryalên zargotin û folklora kurdî dike. Her wiha jî ji sala 1930'î de, di Riya Teze de dixebite. Her wiha jî di radyoyê kurdî (ku tenê nûçe diweşandin) de xebitî. Serokê akademiya pedagojiya Kurdî ya li Ermenistanê bû. Di sala 1938'a de, ji aliyê rêvebirtiya Stalîn ve li gel gelek rewşenbîrên kurd yên dinê, bi tewana ku ajanên dewletên Împeryalîstin, tê girtin û davêjin zindanê. Piştî ku azad bû, dîsa dest bi afrandin û xebata xwe kir. Gelek pirtûkên dersan ji bona dibistana nivîsandin, çend pirtûkên ji zimanên din wergerandin zimanê kurdî, gelek pirtûkên berhevkariyê çapkirin. Di aliyê din de jî, di Yekîtiya Rewşenbîrên Kurd, di Yekîtiya Nivîskarên Kurd, di Akademiya Kurdzaniyê, di rojname û komîsonên ziman de roleke xwe ya pêşengî leystiye. Ew di aliyê raman û jiyana xwe de jî mirovekî zana û pêşkeftî bû. Yekemîn Kurd li Qafqasya ku keçên xwe dişîne dibistanên bilind ewe bû, yekemîn kurdê Qafqasya ku keçên xwe bêyî qelen û li gorî daxwaza wan dizewicîne dîsa ew bû, di nava hemû Kurdên Sovyetê de yê ku herî zêde afrandin û xwedan berheme dîsa ew bû. Heciyê Cindî, di 1'ê gulana sala 1990'î, çavên xwe ji cîhanê girt û çû ser dilovaniya xwe.

Li pey xwe zêdetirî 110 pirtûk, berhevok û lêkolîn hîştin. Hîn jî gelek berhemênwî hene ku nehatine çapkirin.

Recordings

No Recordings yet

Comments

Overview

You can use our built-in RhinoRecorder to record from within your browser, or you may also use the form to upload an audio file for this Audio Request.

Don't have audio recording software? We recommend Audacity. It's free and easy to use.

Sponsored Links